Em êdî Miletê tene Xwedanê min, Bawermendê Xaça tene Mesîhê min.
Tû Rê û jiyana me Mamostayê me,
Azad û Serxwebûna me Serokê me.
Ji Cîhanê gelek Êş û Derew me dî,
Me Destê hembêzkirinê li cem te di.
Ji Vîn û heskirina te em çêbûne,
Naskirina rastîya te azadbûne.
Mezinî tu ji xwezaya Heskirinê,
Ji bo me Kurda berê xwe da mirinê.
Pîrozî tû Rumet û Hirmet ji bo te,
Mesîhê min Sipas dikin evîna te.